Jun 27, 2012

Dezgeha Arasê mêvandariya îmzekirina pertûka ‘Gencîneya Iraqê’ kir



27/06/2012 
Hewlêr, 27 Hezîran (AKnews) – Bi amadebûna Serpereştê amadekirina pertûka “Gencîneya Iraqê” Xalid Silêman û endamên Komîteya Wizeyê di Parlamentoya Kurdistanê Evîn Omer de û rawêjkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo karûbarên jêrxaneya siruştî Ehmed Muftî, babetên pertûkê hatin gotûbêjkirin. 

Xalid Silêman got ku ev pertûka ku îro li Dezgeha Arasê dihête îmzekirin, naveroka wê jêrxaneya Iraqê behs dike ku em wê weku gencîne hesab dikin.


Xalid Silêman Serpereştê amadekirina pertûka “Gencîneya Iraqê” ji AKnewsê re ragihand, “Ew pertûka berhema 3 workşopan e ku di salên 2011 û 2012ê de hatine encamdan bi serpereştiya Navenda Medya ya Serbixwe û bi beşdariya rêxistina Mesele û jimareyek rojnamegerên Kerkûkê û bi fînanseya rêxistina NPA.”

Silêman diyar kir ku naveroka pertûkê li ser Petrol, Gaz û Avê ye û rêyên gihiştina bi zanyariyê li ser wan her sê jêrxaneyên siruştî û rola wan di geşepêdana civakî de, zêdebarî babeta parastina jîngehê û babeta zelaliyê.

Her wiha Xalid Silêman ronî kir ku ev pertûk dê motikek be bo rojnamegeran taku li ser hebûn û binemaya petrol û jêrxaneya Siruştî serwext bin.

Serçawe: hr (AKnews)

No comments:

Featured Post

ندرة المياه تهدّد الشرق الأوسط.. والعراق على الخط الأحمر

خالد سليمان  يشير مدير المعهد العلمي للبيئة في جامعة جنيف مارتن بينيستون إلى ذوبان شبه كلي لثلوج جبال الألب نهاية القرن الحالي، حيث ...